Ciwan Serhedyan – Zamansız

CÊRGEBEZ
Lêkolînek li ser dîroka govendê û rîtûelên çanda Kurdîstanê

Şopa ruhên ezîz digere li ezmên, Ewr bê deng in, dîrok guvah. Kevir û kuç nivîskarê dîroka mayînde ne. Dest bi pêşk ên ku çand hilberandin bûne ax, yên didomînin şaristene. Em niha çavên xwe li ser dîrokê li tab ên ku ax ê danequrtandiye, avê ne şûştiye, tavê ne helandiye û bayê nebirîye bigerînin. Piştî ku me ev gotin ji xwe ra gotin, em du hevalên meraqdar ê dîrok û çanda cîhanê û nemaze Kurdistanê, birêz (Ezda Qerejdax û Ciwan serhedyan ) Me berê xwe da lêkolînê. Me çîrok guhdar kirin, pirtûk û makaleyên li ser çand û dîrokê xwilandin. Weka ku me got, em rastî çandeke ku demê nerizandiye axê danequrtandiye, avê ne şûştiye, tavê ne helandiye û bayê nebirîye hatin. Di nava wê çandê da em rastî gelek tab û rîtûelên girîng hatin ku yek ji wan jî Cêrgebez e.

( Cêrgebez ) Em etîmolog nînin, lê belê qasî ku em zanîn wateya peyva Cêrgebez ev e. Cêrge- tê wateya ristik yan jî rêzbûn, weka rêza govendê ku govendger li rex hevdu rêz dibin û dibine cêrge. Yan jî avakirina avahîyan da cêrgek dîwar zêdekirin.

Bez-bezîn bi wateya rev-bazdan- lîstinê ye ku îro jî li hin deverên weka Rihayê ji govendê ra dibêjin “bazdan”

Ku herdu peyv digihîjîne hev dibe “Cêrgebez ” cêrge dibin û dibezin ” weka

bazdana bi rêzbûyî” ev jî dide nîşan ku ji bona etîmologan peyveke hêjayî lêkolînê ye.

(Cêrgebez çawa dihate kirin)

Her sal di meha nîsanê şeva ( “Reşşemî” şeva herî tarî ) ya salê da ku sêşemê digihîne çarşemê, yan agirekî gur dihate dadan yan jî çira dihatine vêxistin, li dora agir govenda pîroz dihate girtin. Ku li derve bûya yan bi darekê va, yan bi stûn yan jî bi kêranekî va baqên genim di hatine daliqandin. Ku di hundirê avahiyekê da bû ya dîsa yan stûnên navbeynê yan jî bi dîwaran va Baqên genim di hatine daliqandin. Car caran jinan simbilên genim dixistine ber kofiya li serê xwe, yan jî şûtika sor ya li dora eniya xwe. Xwarin û vexwarin bi şirîktayî dihatine çêkirin û bi civatî dihatine xwarin. Di wê govendê da her mêr û jinê destê hevjîna/ê xwe digirt govend digerand. Ji bo mêr hevjîna wî destê wî yê rastê digirt, jina ku destê wî yê çepê bigirta dibûne xwîşk û bira. (Bi demê ra piştî hinek guherînan, mînak: di nava Êzidiyan da jin û mêrên ku di govendê da bikevime destê hev dibine xwîşk û birayên hevdû) Ev pêkane ku ji heman çandê veqetiya be, lewra çandeke folklorîk e wisa kevnare ku hêjayî lêkolînê ye. Dema di beriya dîrokê da ku baweriya xwedawendiyê “ezdayetî” hebû, sêwir û zanetiya jinê bawer dikirin weka her tiştên din di govendê da jî jin pêşeng bûn, ser govendî bûn. Jinek dibû ser govendî, mêrê wê dikete destê wê yê çepê, dû ra jinek dikete destê mêrik û dibû xwîşka wî. Wisa yek jin yek mêr dibûne cêrge û bazdidan , govend digerandin. Piştî ku şev dibû dereng, agir vedimirî hemû govendger bi bezê diçûn xwe diavêtin e cîhên xalî yan jî mala xwe, cihên ji çavan dûr û bi hev şad dibûn, “diketine têkiliya cinsî” Keç û xortên ku dibûne evîndarê hev jî di wê roja pîroz da destên hevdu digirtin û ji wê rojê şûnde dizewicîn dibûne xweyê jiyaneke hevpar. Ev govenda pîroz, rîtûeleke dîrokî bû. Ku kal û pîrên me ji me ra vedigotin.

Ji bilî wê jî şeva reşşem ê, di dîrokê da niviştên herî zexim, sêhir ên herî mezin wê şeva herî tarî ya salê hatine kirin. Di gelên kevnar yên di sêhir û niviştan da xwe pêş xistibûn, wek Babîliyan ku hê jî sêhirên wan bi nav û deng in têne qal kirin.

(DÎROKA CÊRGEBEZ Ê)

Tevî ku destpêka wê sedî sed neyê zanîn, meriv dikare bibêje ev rîtûel tabeke bi hezaran salane di nava gelê Kurd, civakên kurd û Kurdistanî da heta dîrokeke nêzîk jî hatiye kirin. Gelek arkeolog û lêkolînerên dîrokê dibêjin ku; Di destpêkê da beriya dîrokê, dema ku mirov hê jiyana koçber dijiyan weka sewalan salê carek bi hinceta ku zêde bibin diketine têkiliya cinsî. Dema ku ew roj dihat, bi xwarin û vexwarinên bi civatî, bi muzîk, reqs û rîtûelên bi civatî ew roj pîroz dikirin. Ji bilî wê, dîsa beriya dîrokê di hîna ezdayetîyê da baweriya “laş guherîna ruh-reankarnasyon” ê jî hebû, ku niha jî gelek deverên cîhanê didome. Wisa bawer dikirin ku ruhên kesên ku di nava salê da mirine, di roja Cêrgebez ê di bedeneke nû da vegerînin. Li gorî wê baweriyê hemû ruh, yên ku hatine cîhanê û mirine çûne, û yên ku qet nehatine cîhanê hemû li benda hatinê ne. Tenê dema jin û mêr dikevine têkiliya cinsî bi wê rîtûela Ruhanî “seksê” bangî ruhan dikin, bi wê rîtûelê ruh têne cîhanê û navê wê dibe “ji dayîk bûn” Wê gavê meriv dikare bibêje deriyê yekemîn yê hatina ruh ku dikare were vê cîhanê malzaroka dê ye, û bi wê banga pîroz dikare were bikeve malzaroka dê bibe xweyê laşekî ku nû çê dibe.

Dema ku meriv çavkaniyên dîrokê dinihêre ; Her çiqas Wateya Cêrgebez ê (cêrgebûn bezîn) be jî ne tenê govend, ne jî tenê rîtûeleke têkiliya cinsî ye.

Dibe ku di serdema “çandiniyê-neolîtîkê”, hîna ezdayetîyê da bi hin armancên nêzî hev yên sereke derkeibe holê, dibe ku bi lêkolînên zexim di bingeha van rîtûelan da wate û armancên balkêştir derkevine holê. Niha em di gelek nivîsên biyanî, yên lêkolînerên biyanî da lê rast tên ku gelek caran şaş û kêm hatine nivîsar. Hinekan jî serê xwe pêre êşandine û gihaştine bingehên zexim ên rasteqîn. Gelek caran bi demê ra, bi bandora ol an, bi bandora şer, komkujî, koçberî û hwd hinek guherîn lê çê bûne. Ji ber wê em dixwazin hinekî li ser vê mijara ku gelekî girînge bipeyivin û bifikirin. Di baweriyên kevnar yên Mezopotamyayê da wisa dihate bawer kirin ku destpêka biharê destpêka bereketa her tiştî ye, lewra ji ber wê di heman demsalê da diketine hewildana zêdebûnê.

Mînak, di şaristanên Sûmer û Akadan de, xwedawenda Îştar–Înanna, ku di kevneşopiya Hûrriyan de bi navê Şauşka tê naskirin, di roja pîroz de bû evîndara xwedawend Dûmûzî û diçû digihişte wî. Herdu evîndar di wê şeva Reşşemî de hev şad dibûn û piştî wê, pêvajoya nûbûna jiyanê û bereketa biharê di axê da didane destpêkirin. Bi hatina biharê re, bereketa zeviyan û jiyana nû dest pê dikir. Mirovên ku bawer dikirin ku Şaûşka û Dûmûzê her sal serê biharê hereketê didine destpê kirin, di heman demê da ew jî diketine hewildana zêdebûnê.

Di nava demê ra weka her tiştên din ên çandî hunerî û hwd,

Cêrgebez ê da jî hin guherîn çê bûne. Nemaze di dîroka Ol an virda gelek gotinên qirêj li ser vê rîtûela pîroz hatine gotin da ku mirov ji vê taba xwe ya dîrokî şerm bikin.

Çavkaniyek di derbarê dîroka govendê da: lêkolînerê biyanî Sîr maks Edgar Lûcîen Mallown. Di lêkolînên arkeolojîk da li başûrê Kurdistanê “Tell Arpachîyah” ê seramîkeke çanda Xelefî dîtibû ku li Kurdîstanê gelek ji wan seramîk an hatine dîtin ku li ser wan seramîkan hejnên mirovên ku govendê digerînin hene. Ew seramîka ku Mallown di sala1933 da dêtiye nêzî heft hezar salî ye. Ev fîgurên li ser seramîkên heft hezar salî yên çanda Xelefî jî, wê baweriya ku govend çandeke gelekî kevine pişt xurt dike.

Mallown yek ji arkeologên yekem e ku li ser çanda Xelefî bi awayekî berfireh xebitîye. Di kolanên Tell Arpachiyah de seramîkên xweşik, avahiyên dorhêl û nîşaneyên rêxistina civakî derxistin holê. Li gorî wî, civaka Xelefî xwedî rêxistinek civakî û çalakiyên hevbeş bû.

Ev çend arkeolog û lêkolînerên navên wan li jêr nivîsar, kêm zêde dîtin û lêkolînên wan nêzîkî Mallown in ku meriv dikarin wan jî bixwînin .

Joan Oates

David Oates

Stuart Campbell

Marc Verhoeven

Brian Hayden

Yek ji wan nivîskarên biyanî ku çand û tab ên kevnar nivîsandiye jî nivîskarê îngîlêz “MÎRCEA ELİADE” ye, ku di pirtûka xwe ya bi navê “DÎROKA OL an” da behsa tab ên kevnar û rîtûelên bereketê dike ku ew tab ên çend hezar salî hîn jî di nava gelê me da û gelek civakên din da jî hene. Weka baweriya ku jineke bi zar “ducanî” ku di nava zeviyekê da bigere bereketa jinê bereketa wê zeviyê zêde dibe. Weka tûma genim ya pêşîn dema tîr dirûnê da dihate jê kirin ew tûma genim dianîn di malê da weka baqek gul dadiliqandin. Carinan jî çend tûmên genim yên dawîn nedihatine jê kirin ji bona para teyr û tûyan dihîştin, wisa bawer dikirin ku wê bereketa sala bê zêde bike. Ev tab ên ku hê jî li hin herêmên Kurdistanê têne kirin, li dowalên Îskandînav û hinekên Ewropayê jî heman tab û rîtuelên bi vî rengî têne kirin. Ez dixwazim mînakeke serhedê jî di vir da bi cîh bikim ( dema piştî gîya dirûnê ku zevî ji nûv da avjerû dide ew dibe “armişk” belê navê wê armişk e lê para mişk tenê nîne. Ew bermayî para hemû mişk, kêzik, kurmik, teyr û tûyan e ku ew nav lê kirine û îroj jî tê gotin) gelo dibe ku ev tab û rîtûel hinek ji yên serdema destpêka çandiniyê bin heta niha hatibin?Yek ji wan rîtûelan jî rîtûela bereketê bi (bihev şad bûn-seks ê ) dihate kirin ku navê wê ra dibêjin (Homeros gamos -Zewaca pîroz) . Mîrcea Elîade dibêje; berî bi hezaran salan ev rîtûela pîroz li Mezopotamya yê û gelek deverên din yên cîhanê dihate kirin, li Mezopotamyayê bi govend û stran destpê dikir, bi xwarin û vexwarina bi civatî didomîya û bi seks ê bi dawî dibû. Mîrcea Elîade; gotinên xwe bi tablet, nivîs û tabên kevnar pişt rast dike û ev gotinên wî jî tevî çîrok û çanda me ya temen dirêj ji me ra dibine çavkanî…

Ji bilî nivîskarên biyanî, di wêjeya me ya devkî da weka çîrok û meselok an dihate vegotin û heta dîrokeke nêzîk jî ev rîtûel dihate kirin. Em bi xwe nebûne guvah me bi çavên xwe nedîtiye, lê belê bi tevî gelek kal û pîrên nas, me ji bavê min jî bihîst ku di salên 1970 yan da li gundê me bibû guvahê rîtûela Cêrgebez ê. Çawa dihate kirin wî jî weka her kesên ku zanibûn serî heta binî pêkhatina Cêrgebezê ji me ra vegot. Lêbelê lê zêde kir got ku apê wî nexwestiye ku ew herine taxa jêr û cêrgebezê bibînin. Li gorî ku apê vî ji wî û Pismamên wî ra gotiye ( Cêrgebez tiştekî gelekî qirêj û heram e”jin û mêr bi hevdu ra govendê digerînin”ew ne li gorî tabên ol a me ye) wisa gotibû lê sedema wê û dawiya wê negotibû. ew apê ku ev gotin kiribû bi xwe jî di nava çandeke ku jin û mêr di her dîlan û pîrozbahîyan da bi hevdu ra govendê digirin strana diavêjina ber hev da mezin bibû. Lê belê di serdema destpêka îslamêyetê şûnde gelek gotinên qirêj li ser rîtûelên çandî derketibûn ku êdî hinek kesan ji çanda xwe yan şerm dikirin yan jî jê ditirsiyan bi dizîka va pêk dianîn. Niha di van rojan da yên ku peyva Cêrgebez bihêstine “nemaze hêla serhedê” dibêjin govenda jin û mêrane , û heram e. Lê çawa dibe ku kesên ku vê gotinê dibêjin, di her dîlanê da bi jinemêran govendê digerînin.

Weka gelek rîtûelên din ên kevnar Cêrgebez jî hinek guherîn lê çê bûne. Weka rîtûela ji bo sekinandina barana şit.

Mînak: Ew rîtûela sekinandina baranê ku ew jî heta dîrokeke nêzîk jî di nava civakên Mezopotamyayî da dihate bikar anîn, ji hîna wan pîrikên zana dihat. Ew rîtûela; dema ku pir baran dibarî û bi rojan ne disekinî, di wê êl û civakê da bi heman navî ku sê kes hebûna her yekê perçek darik di erdê da weka sing diçikend bi awayekî sê çik rêz dikirin, li ser wê sêrêz ê gotinên pîroz dikirin. Bi wî awayî bawer dikirin ku baran Demeke nêzîk da datîne. Piştî bi hezaran salan jî ew rîtûela dihate bikar anîn, lê bi bandora çand û ol ên ku bi demê ra reng avêtine ewê tab ê jî reng avêtibû. Di serdema olên semawî da ku gelek civakan dev ji gelek tab ên xwe berdan yan jî rengê wan guherandin. Navê vê rîtûela sê ling jî bibû “Sê Fatma”. reng avêtibû ketibû kirasekî biyanî.

(Têkiliya Cêrgebez ê bi girê mirazan ra)

Di destê me da çevkanîyek yan jî rastiyeke zanistî tune. Ev tenê hîpotezeke ku hêjayî lêkolînên berfireh e.

Wisa tê zanîn ku bajarê Riha yê navê wê gelekî kevin ku digotin ” El Riha” bi wate cîhê ku ruh ê pêşîn lê daketiye ye. Niha em li Girê mirazan û gelek cîhên din ên ku erdkolojî lê tê kirin rastî gelek nîşaneyên ecêb tên. Ev nîşane piraniya wan diyar dikin ku “girê mirazan-gobeklî tepe” cîhê zayînê û hevşadbûnê ye. Şopa rîtûelên bi civakî li derdora Girê mirazan xwe dide nîşan ku gelek lêkolînerên ku li wan deran dixebitin jî, kirina rîtûelên bi civakî bi xebatên xwe piştrast dikin. Li wir gelek pejnên ser keviran xêz kirine û gelek pêker bi zayenda xwe derdikevine pêş. Mînak, pêkerên mêr mozî-kîr- fallûs ê wan weka nîşane mezin û rep hatine çêkirin. Jin ên ku dizên hatine xêz kirin û fîgurên di têkiliya cinsî da hatine xêz kirin hene. Li ser hin pêkerên piçûk “gula avê- Lotûs” hatiye xêz kirin, ev kulîlk jî nîşaneya xwe nû kirinê ye ku bi laş guherîna ruh, reenkarnasyin ê va tê girêdan. Ev hemû nîşane pirsa ku gelo “girê mirazan-gobeklî tepe” ji bona rîtûelên bi civakî hatiye ava kirin? Di hişê meriv da ava dikin, ev jî dide nîşan ku hêjayî lêkolînê ye. Ku Girê mirazan bi rastî jî navendeke rîtûela ya ku hin demên salê da mirov li wir li hev kom dibin be, ku di van civînan da reqsên bi civakî hatibine kirin, îxtîmala rîtûelên muzîk û bereketê hêjayî lêkolînê ne. Lewra gelek lêkolînerên ku tiştên nêzîkî hevdu dîtine û dibêjin, çend heb ji wan ev navên li jêr in ku meriv dikare wan tevî çavkaniyan bike

Girê mirazan; berîya ku erdkolojî û lêkolînên wir dest pê bikin, jinên ku zarokên wan çê nabin diçûn li ser girê mirazan dua dikirin, jibo zarokên wan çê bibin. Yên ku kar û barên wan rast ne dimeşiyan , yên ku ne dizewicîn diçûn li ser Girê mirazan dua dikirin da ku mirazan xwe şad bibin. Ez şopeke bi hezaran salan bû, ev çandeke gelekî kevinar bû, ev hişmendiyeke kollektîv bû ku di hişê gelê herêmê da çapa xwe dirêj kiribû heta dîrokeke nêzîk.

Klaus Schmidt

Serokê xebatên Girê Mirazan (Göbekli Tepe) bû.

Dibêje ku Girê Mirazan navendeke rîtûel û tan ên civakî bû, ku komên mirovan ji cihên cuda dihatin li wir diciviyan.

Oliver Dietrich -Jens Notrof û Martin Zarnkow jî çend heb ji wan lêkolînerane.

Weka ku me got, ev gotinên me delîl nînin. Ev tenê hêpotezeke ku hêjayî lêkolînê ye…

Ezda Ayşe Qerejdax- Ciwan Serhedyan