
Min got; belê, libê, mixabin, bibore, ewqas çêbû, “Sevil îdare lo! Û xayîn mo îflah. La axuyî, hade mo xerîb.” Bajoo! Eynik, neynik, tîtik û damarê çiriyayî, xwîna rijiyayî, dile şikestî û boş-belaş. Ev e ha! Bi sê qesem navê Xwedê¹ û bi Mishafa Reş ev e.
Te got, “Ev kî ye, kî ne qurban?” Wellehî ez jî nizanim. Bo nimûne, hey ne ew Rûstemê Zal e û bi Xwedayê li her deverî re û ne li tu deran ne yê Dostoyevskîye jî. Xenzîr û xenzîr in. Dijminê dost û hevalên xwe ne; dikirin û nafroşin, difroşin û nakirin. Edî ez jî nizanim go kî, kî ye.
Keko, bibore ez ji te fêhm nakim.
Bi sehwa Anunakiyê Sûmerî, bi hilma gurzê Ristemê Zal û li ser sonda Paltoyê N.Gogol tu ji min qenc fêhm dikî. Dîrok, jiyan, zindan, xizanî, zindiqî, feqîrî, berxwedan filan û bêvan! Heke ku dîsa jî te tiştek fêhm nekiribê quzelkurt ji tere û bin dilê te girt û tu pê nefilitê. Hema ji her hawê Jîyanêve kî ne dürüst be, ne dilxwaz be ewe û ewin.
Ma hîn tu qala demê û çand û hunere dikî?
Êrêêê, lîstikvan, şano, pêşandan, gelên perîşan, zimanê zêrevan, lê mixabin ji hebûna kurmê darê; bêxwedî, xemgîn, lê dewlemend; rewşenbîr, tebeşîr, mibaşîr, nexêrxwaz, tirsonek, fisek, sembusek. Wey xwelî li serê min be! Min jî digot qey ez ê hîn behsa Platon, W.Shakespeare, J.J.Rousseau filan û bêvanan bikim. Na wele, ev hêvî êdî pûç û vala ye. Ez ê niha bi lez rabim û bifirim cem Melayê Cîzîrî. Ez ê silaveke jidil û kezebê bidimê, rahijim dile wî yê zêrîn, himbêz bikim, texim nav pêsîra xwe, paşê ez ê vegerim cem kezîzera xwe, çend maçan jê bidim û ez ê bi silavên Melayê Cîzîrî, ên germik, nermik û hûrik jê re bibêjim,
“Şox û şengê zuhre rengê
Dil ji min bir,
dil ji min bir”
Gelo, kezî zer bûn?
_____________
¹ Bi sê qesem navê Xwedê: Ev sonda xiristiyanan(mesihîyan) e. Bav, kur û giyanê pîroz. Ji xwe ew bawer dikin ku Xweda ji sê qisiman pêk hatî ye. (Üçlü teslis: Baba, oğul ve kutsal ruh) Di kurdî de dema sond dixwin wi sa dibêjin “Bi sê qesem(qisim) navê Xwedê”
Nivîskar
Gani Türk
Ji Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Çukurova mezûn e. Di sala 2001ê de damezrînerê kovara çand, huner û wêjeyê Ütopya bû; kovar du salan hate weşandin. Berê jî helbest, nivîs û ceribandinên wî di kovarên wêjeyê yên wekî Söylem, Damar, Ütopya û Roman Kahramanları de hatine…
Hemû nivîs (21) →