Zamansız niha di sepana Android de ye.

Ji Google Play daxe

19 Cotmeh 2026ISSN 3150-0757

Pirtûkên ku Zamansız hildibijêre li firotinê ne Pirtûkxane

Gelo Oksîjen Ruh E?

Ji nefesê heta ruh, ji jiyanê heta mirin û ji mirinê heta jiyaneke nû

 

Gelo ruh çi ye? Gelo ruh tiştekî ji bedenê cuda ye, yan jî di hundirê şertên jiyanê de, di nefesê û atmosferê de ye, divê em li pey şopên wê bigerin?

Ev pirs ji mêj ve di hişê mirovan de heye. Di baweriyên kevnar de ruh gelek caran bi nefes, hewa, tevger û hêza jiyanê re hatiye girêdan. Di gelek zimanên kevnar de jî peyvên ku ji bo “nefesê” tên bikaranîn, bi wateya ruh û jiyanê re nêzîk in.

Li vir em dixwazin pirsê bi awayekî din bipirsin:

Gelo oksîjen dikare di modela me ya ruh de xweyê roleke bingehîn be?

Ev nivîs ne îdiaya îsbatkirina ku oksîjen bi xwe ruh e. Ev modelekî fikirî û felsefî ye ku hewl dide têkiliya di navbera biyolojî, atmosfer, mîtolojî û baweriyên kevnar de nû bike.

Hêk, tov û nefes

Jiyaneke mirovî bi hevdîtina hêk û spermê dest pê dike. Di şertên normal de, hêk û sperm bi gelemperî di beşa fireh a tûba Fallopê, ango ampûlayê, de hev dibînin.

Sperm ji zeh-vajînayê derbasî servîksê dibe, ji malzarokê re derbas dibe û digihîje tûbê. Ji nav milyonên sperman, bi tenê yek sperm bi hêkê re dikeve nav pêvajoya fertilîzasyonê. Piştî têketina wî spermî, hêk betana xwe dipêçe xwe ji spermên din ra digire

Piştî vê hevdîtinê zîgot çêdibe. Zîgot dest bi dabeşbûna hucreyî dike, ber bi morûlayê û paşê blastokîstê ve diçe û di dawiyê de ber bi malzarokê ve digere. Li dor rojên 6–10 piştî fertilîzasyonê, implantasyon dest pê dike.

Lê li vir tiştekî girîng heye: embriyon di zikê dayikê de bi pişikê nefes nade û nastîne.

Oksîjen ji xwîna dayikê bi rêya plasentayê û navikê digihîje fetusê. Piştî zayînê, bi nefesa yekemîn re, pergala nefesê ya zarokê bi awayekî nû dest bi karê xwe dike.

Ji ber vê yekê, di modela me de, jiyan tenê bi DNA nayê fêmkirin. Hêk û tov bingeha genetîkî ne; oksîjen û pergala nefesê jî ji şertên bingehîn ên jiyana mirovan in.

Ji vir fikra “sê-alî ya afirandinê” derdikeve:

Hêk + tov + oksîjen.

Hêk û tov agahiyên genetîkî digihînin hev; oksîjen jî di pêvajoya jiyanê de piştgiriya metabolîzmayê dike.

Zewaca pîroz û gazîkirina ruh

Di dîroka mirovan de têkiliya zayendî her tim tenê wekî karekî biyolojîkî nehatiye dîtin.

Di gelek çand û baweriyên kevnar de, hevşad bûna mêr û jinê bi bereket, zayîn, nûbûna jiyanê û kozmogoniyê re hatiye girêdan. Ji ber wê ye li gelek deverên pîroz, perestgeh û goristanan kulîlka avê “Nîlûfer-lotûs” weka sembola laş guherînê “reenkarnasyon ” hatiye çê kirin li ser keviran li ser dîwaran.

Têgeha Hieros Gamos – zewaca pîroz di dîroka mîtolojiyê û neolîtîkê de mînaka herî naskirî ya vê nêrînê ye.

Di vê şiroveyê de, hevşadbûna mêr û jinê tenê têkiliya du bedenan nîne; ew dikare wekî rîtûela ku jiyaneke nû vediwîne were dîtin. Lewra deriyê yekemînê ku ruh dikare tê ra were dinyayê malzaroka dayîkê ye. Di destpêka hevşadbûnê heta çê bûna zîgotê weka kozmogonîyeke piçûk meriv dikare bi nav bike. Wek Qalûbela ya avabûna pergala rojê, di malzaroka dê da jî qalûbela ya çê bûna jiyaneke nû diqewime.

Li vir fikra “gazîkirina ruh” derdikeve holê.

Mêr û jin bi hev re DNA ya xwe digihînin hev; şertên jiyanê jî ji dayikê ve bi oksîjenê re girêdayî ne.

Di modela me de, ji ber vê yekê, zewaca pîroz dikare wekî sembola gazîkirina jiyanê û, di qata rûhanî de, wekî gazîkirina ruh were fêmkirin. ” Hevşadbûna mêr û jinê rîtûela gazî ruh kirinê ye”

Nefes û ruh di baweriyên kevnar de

Ev têkiliya nefes û ruh tenê di fikra me de nayê dîtin.

Di ziman û baweriyên kevnar de gelek têgeh hene ku nefes, hewa û hêza jiyanê bi ruh re girêdidin.

Ruach di Îbranî de bi nefes û ruhê re têkildar e.

Pneuma di Yewnanî de hem wateya nefesê û hem jî wateyên rûhanî hildide.

Prana di tradîsyona Hindî de bi nefes û hêza jiyanê re têkildar e.

Spiritus di Latînî de bi nefes û jiyanê re girêdayî ye.

Di Sumerî de jî Zî bi têgehên jiyan û nefesê re têkildar e.

Li gorî îslamêyetê (xw dê gotiye; me Adem bi heriyê çê kir û ruh pif kirê). Wê demê ruh tiştekî ku tê pif kirine, tiştê ku tê pif kirinê jî oksîjne

Ev hevahengî bi xwe îsbat nake ku “oksîjen = ruh” e. Lê ew pirsê balkêştir dike:

Çima mirovan di çandên cuda de ruh bi nefes û hêza jiyanê re ewqas nêzîk girêdane?

Ruh wek şaxeke atmosferê

Li gorî modela me, mirov dikare bedenê wekî şaxekî atmosferê bifikire.

Dev û poz wekî deriyên vê şaxê ne. Hewa di hundirê wan de derbasî lûleya nefesê dibe, digihîje pişikê û oksîjen ji wir derbasî xwînê dibe.

Xwîn oksîjenê digihîne hemû hucreyên bedenê.

Ji vê perspektîfê, oksîjeneke ku di pişika me de ye bi awayekî ji atmosferê hatiye û piştî ku di bedena me de karê xwe dike, di dawiyê de dîsa vedigere atmosferê.

Mirov ji atmosferê cuda nîne. Mirov ji elementan pêk tê di mirinê da jî dîsa her elementek vedigere heqîqeta xwe ya bingehîn.

Em atmosferê di hundirê xwe de digirin û atmosferê dîsa vedigerînin.

Li vir hevoka ku dikare bibe navenda vê modelê derdikeve:

“Em di ruh de ne, ruh di hundirê me de ye; em di oksîjenê de ne, oksîjen di hundirê me de ye.”

Mirin: derketina şaxê ji bedenê

Heke jiyan bi nefes û oksîjenê re girêdayî ye, gelo mirin dikare di vê modelê de wekî çi were fêmkirin?

Di mirinê de nefes raweste. Pergala ku oksîjenê digihîne hucreyan êdî nikare karê xwe bidomîne û beden di dawiyê de fonksiyonên xwe winda dike.

Di şiroveya me de, ruh ne wek maddeyek ku bi çavên me tê dîtin e; ew wekî aliyekî ruhanî ya jiyanê tê fêmkirin ku bi nefes û atmosferê re têkildar e.

Ji vê derê fikra din jî derdikeve:

Gelo mirin dawî ye, yan jî vegera ruh ji bedenê bo navenda xwe ya atmosferîk e?

Ev cihê ku fikra reenkarnasyonê dikeve nav modelê.

Ji bedenekê heta bedeneke din

Di baweriyên reenkarnasyonê de, ruh piştî mirinê bi dawî nabe; ew dikare di jiyaneke nû de dîsa xuya bibe.

Di modela me de, atmosfer dikare wekî navenda hevpar a ruhan were fikirîn. Ruh ji bedenekê derdikeve, ji bedenê cuda dibe û di şertên atmosferîk de mayînde dibe. Paşê, di şertên guncav de, dikare bi jiyaneke nû re têkildar bibe.

Ev ne pêvajoyeke ku biyolojîyê îro piştrast kiriye. Ew modela felsefî ya me ye. Em dikarin bibêjin “gelo”?

Lê ev model dikare pirsên nû derxe holê:

Gelo bîra jiyaneke berê dikare bi awayekî din bimîne?

Gelo hinek kes dikarin ji jiyana berê şopên bîranînên jiyana berê bi xwe ra bînine jiyana nû?

Gelo huner, hest, jêhatîbûn an jî agahiyên ji xweberiyê têne ber çavê meriv dikarin di vê çarçoveyê de wekî şopên ruh bên lêkolînkirin?

Gelo deriyê hatina ruh an ya vê dinyayê malzaroka dê tenê ye yan wekî din jî rê hene?

Di gelek deverên dinyayê hin kes derdikevin qala jiyana xwe ya berê dikin, dibêjin ku mirine dîsa di bedeneke nû da vegeriyane dinyayê. Yan jî kêliyekî mirine ruhê wan ji bedena wan derketiye piştî gavekê dîsa vegeriyane bedena xwe. Ji bilî wê jî li hin deveran dema ku kesek dimire kêrekî yan hesinekê didine ser laşê mirî da ku ruhên xirab nekevine wê bedenê. Gelo rihên xirab yan jî xerîb çawa dikarin wê bedenê bikar bînin?

Ez dixwazim li vir mînakekê parve bikim; qasî ku em zanin Evdalê Zeynikê heta sîh saliya xwe dengbêjiya wî tune bûye. Di sîh saliya xwe da nexweş dikeve bi mehan nav nêvînan da dimîne, derdora wî hêviya xwe jê qut dikin dibêjin êdî Evdal ranabe. Evdal ê kurê Zeynê ji nişkav da radibe ser nivîna xwe rûdinê îskanek av dixwaze, avê didinê, Evdal avê vedixwe destê xwe dide ber guhê xwe û dest bi gotina kilaman dike.

Ev hunera ku ji nişkav da di “sîh salî” yê da hatiye ser Evdal, gelo şopeke jiyana wîya beriya wê bû, yan ruhê wî ji bedenê derket û ruhê hunermendekî kete wê bedenê?

Ev pirs hîn vekirî ne.

Bîra avê û bîra ruh

Jacques Benveniste li ser îdiaya ku av dikare “bîr” hilgire eksperîmentên nîqaşkar pêşkêş kir. Lê encamên wî di zanistê de nehatine pejirandin û dubarekirinên serbixwe wan piştgirî lê nekirin.

Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku “bîra avê” îsbat bûye.

Lê wekî pirseke felsefî, em dikarin bipirsin:

Heke madde dikare şopên têkiliyên berê bihêle, gelo ruh jî dikare şopên jiyanê bihêle?

Di vê nivîsê de “bîra ruh” ne wekî rastiyeke îsbatkirî, lê wekî beşek ji modela reenkarnasyonê tê pêşniyarkirin.

Dûman, giyayên pîroz û hêzên xerab

Di gelek civakan de, ji bo paqijkirin û parastinê, giyayên cuda hatine şewitandin. Di rîtûelan de cihê taybet yê dûmana hin nebatan heye.

Ûzelik-harmel û hin rezîne û giyayên din di gelek herêman de di rîtûelan de tên bikaranîn.

Di baweriyên gelêrî de, çavîn, nifir, nexweşî, belaser, musallat û ruhên xerab carinan wekî hêzên neyînî tên fêmkirin. Dûman jî dikare wekî amûra derxistina van hêzan dihate bikaranîn.

Di aliyê antropolojîk de, ev rîtûelên paqijkirinê rastiyên çandî ne.

Di aliyê zanistî de, dûman ruhên xerab naqewirîne. Dûman tevliheviyeke gelek maddeyan e û hin cûreyên dûmanê dikarin ji bo pişikan û tenduristiyê zirarê bînin.

Lê di zimanê sembolîk de, dûman dikare bibe nîşana guherîna hewa, nefes û atmosferê. Pêşiyên me gotine dûman ruh û enerjiyên xirab diqewime. Di aliyê bîyolojîk û zanistê da jî Dûman oksîjenê diqewirîne.

Gîhayê goristanan

Di herêmên Kurdistanê de, û gelek deverên cîhanê hin giyayên ku li derdorên goristanan pir tên dîtin, bi navên gelêrî yên taybet tên nasîn.

Hestiyên mirovan bi kalsiyum, fosfor û hinek mineralên din dewlemend in, lê ji vê yekê nayê derxistin ku hemû giyayên goristanan ji ber hestiyan mezin dibin. Cîhana zanistê dibêje ku ûzelik bi van mîneralan zexim û geş dib, ji ber wê hin herêman ji bona ûzelikê gotine”gihayê goristanê”

Têkiliya di navbera axa goristanê, mineralên hestiyan, giyayên ku li wir mezin dibin û navên gelêrî yên wan hêj dikare bibe mijareke serbixwe ya lêkolînê.

Kozmogoniya ku di zikê dayikê de dubare dibe

Di dawiyê de hemû ev têgeh dikarin li hev werin.

Kozmos ji tiştekî nû dest pê dike.

Jiyan di nav zikê dayikê de ji hevdîtina hêk û tovê dest pê dike.

Embriyon mezin dibe.

Oksîjen bi rêya plasentayê digihîje wî.

Piştî zayînê, zarok nefesa xwe ya yekemîn ji dev û pozê xwe ra distîne. Navik pire ya plasente yê xwe kîp dike û dev û poz vedibin.

Jiyan bi nefesê berdewam dike.

Di dawiyê de nefesa dawîn tê.

Beden vedigere axê.

Gaz û maddeyên bedenê dîsa digihîjin hawîrdorê.

Û ruh — di modela me de — dikare dîsa ber bi navenda atmosferîk a xwe ve vegere. Meriv dikare bibêje, zindî bi çar hêmanên-elementên sereke pêk tê û di mirin da dîsa li wan çar elementan vedigere. Qalûbela ya destpêka jiyanê, di mirinê da jî dubare dike, beden ruh element û mîneral ji hev vediqetin.

Ji vê perspektîfê, zayîn û mirin du xalên cuda ne; ew du deriyên heman çerxê ne.

Zewaca pîroz dikare wekî sembola gazîkirina jiyanê were fêmkirin. Nefes dikare wekî pira di navbera beden û atmosferê de were dîtin. Oksîjen dikare di aliyê biyolojîk de şertê bingehîn ê metabolîzmayê, û di aliyê mîtolojîk de sembola ruh û jiyanê be.

Û li navenda hemû van pirsan yek pirs dimîne:

Gelo ruh tiştekî ku li derveyî jiyanê ye, an jî ruh di navbera beden, nefes, atmosfer û jiyanê de tê dîtin?

Dibe ku bersiva vê pirsê ne di yek zanistê de, lê di hevpeyvîna biyolojiyê, antropolojiyê, mîtolojiyê û felsefeyê de be.

Di vir da çavên meriv li rêwîtiya astral digerin.

Gelo rêwîtiya astral çi ye?

Dibêjin ku di rêvîtiya astral da ruh ji bedenê derdikeve û digere. Ji hêla bîyolojîk da ku ruh ji bednê derkeve hêdî hêdî şane dimirin beden fonksiyonên xwe winda dike û organ dirizin. Di vê modela me ya felsefî da ruh perçeya atmosferê ye. Çawa ku rehên Daran di bin axê da bi tayekî nedîtî bi hevdu ra têkildar in, hemû zindiyên ku bêhna xwe didin û distînin jî bi rêya oksîjenê bi hevdu ra têkildar in. Bi meditasyoneke hûrgilî bi baldarî meriv dikare hişê hemû zindî yên ku bêhna didin û distînin bibîne. Di modela me da ruh ji bedenê dernakeve û naçe rêwîtiya astral, tenê di şertên guncav da bi rêya oksîjenê hişê kes û heywanên dûr bi awayekî metafîzîkî dibîne. Mînak; ku kesek bi baldarî meditasyonê bike bi rêya oksîjenê ya ê tayê navbera hemû zindiyên ku bêhn didin û distînin, pêkane ku bik be hişê teyrekî li ezmanê herî bilind û dûr û ji wir vê cîhanê di jor da bi çavên wî teyrî bibîne. Yan kî pêkane ku bi hişê hirçekî li cemserê û sermaya li wir hîs bike. Ev tişt di dîrokê da hatine dîtin qal kirin û nivîsîn.

Sepana Zamansız

Ji Google Play daxe

Nivîskar

Ciwan Serhedyan

Ciwan Serhedyan, di sala 1991 î da li Panosa Agirî yê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe Pîromerê xwendiye. Niha li Mêrdîn ê dijî, Çîrok, helbest û romanan dinivîse û karkerê avahiya ye. Heta niha 5 berhem çap kirine, du helbestên bi navê…

Hemû nivîs (2) →

Ciwan Serhedyan’ın nivîsên din

Yên dawî

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Zamansız niha di sepana Android de ye.

Ji Google Play daxe