
Ez mam nav asîman û erd,
Erd hejîya
Û lingê min şemitê,
Ez ketim nav çala,
Çala reş¡
Kortê reş¡
Kiştar¡
Ronîxwarek xuya wê demê,
Nav yektayî da mam asê..
Wexta ku asoya bûyerê da mij derket,
Mij heftrenge
Birûsk lê da û çavê min ket tarî
Birûska Zeus, an navê din di mîtolojiya Romê da dibe ku Jupîter,
An jî em ê gotina xwe bînin ser ziman: Bercîs.
Bîrekê hat hişê min.
Wexta ku ez li Mezopotamyayê bûm,
Li ba Temûz (Dumuzi) û Îştar (Înanna) disekinîm.
Agir dibarîya nav çolan,
ji ber ku mîna Pompeiyê dikeve hêrsa Vezûvê
binê destên min da
Teqiya birûska Vezûvê nav çavê min da,
Stêrk şemitê
Ew stêrk di Mijdarê de ji dayik bûye,
Niha di welatekî da bêxwedîtiya xwe amade dike,
Ne mîna kûçikên birçî, ne ûtopîst
Mîna haymatlosekî
Yektayîbûna Ronîxwarê da ber çavên min
Rojnameyek derbas bû
Wexta ku Îkarus ket nava avê
Dilkîşandiya bavê Îkarus hat
Ezbenî; mîna Daidalos mam dilşaş.
Wê demê; ez mam nav asîman û erd¡
Erd hejîya,
Û nigê min şimitî,
Ez ketim nav çala,
Çala reş¡
Sepana Zamansız

Nivîskar
DILOVAN
Dilovan, li Londonê dijî û hunermendekî navdisîplînî, antropolog, helbestvan û edîtor e. Pratîka wî ya hunerî, ku li ser lêkolînê ava bûye, antropolojî, kozmolojî, astronomî, edebiyat û wêneyê hevdem digihîne hev da ku hişmendiya mirovan, bîra çandî û têkiliya mirovahiyê bi gerdûnê re bikole. Niha…
Hemû nivîs (33) →DILOVAN’ın nivîsên din
Giştî
Tirsona
31 Tebax 2026
Yên dawî
Ceribandin
Gelo Oksîjen Ruh E?
15 Cotmeh 2026
Huner û Çand
IOANNA KUÇURADÎ: JIYANEKE JI FELSEFEYÊ RE TERXANKIRÎ
5 Cotmeh 2026
Giştî
EZİM
8 Îlon 2026
