
Ezim di rêya ku min xwe tê de wenda kir û her wenda bûnê, min hinek xwe dît, ezim wekî barana bêdeng di dilê axê de diherikim bê ku kes bizane
Ka ez ji kur tê me..
Ezim li ser navê xwe dipirsim her carê bersiva min diguhere wek demên ku diherike û tu caran li cihê xwe namîne..
Ezim di nav şewitandina xwe de ronahiyek di nav tarîtiyê de rêyek
Ezim ne dawî me ez destpêk im
Ku her roj ji nû ve têm nivîsandin..
Ezim di nav heman çirûskên bîranînê de ku her şev li ser dilê min dibin stêrk, ezim li ser çar sînora,carinan diherikim, carinan têk diçim
Lê tu caran ranawestim..
Ezim di nav her wenda bûnê de peydabûn di nav her têkçûnê de çêbûn,ezim peyva ku nehatîye gotin
Ewa ku di dilê me de hatîye sotin..
Ezim di nav her mirinê de jiyan
Di nav her dawiyê de destpêk
Ezim stranek bêdeng ku tenê dil dikare bibihîze û herkes li gorî xwe
Têbigihê..
Ezim ne tenê ez im ez hinek ji te me
Hinek ji wan ku hatin û çûn
Ezim li ser her birîna ku min hildaye
Gulan diçînim, da ku êş rengê xwe bibîne..
Ezim li ser sînorê gotin û bêgotinê
Li vir, li wir, li her derê ku dil hîs dike
Û her cara ku ez dibêjim ez ,ezim
Kefenê mirinê xwe li min dipêçe..
Ezim li ser rêyên bê nav dimeşim
Her gav hinek ji xwe li paş dihêlim
Da ku ber bi pêş ve herim..
Ezim di nav her wenda bûnê de nîşanek di nav her nîşanê de wateyek nû..
Ezim fêr bûye ku wenda bûn jî rêyek e û her rê di dawiyê de dibe navê xwe,ez êdî li dawiyê nagerim
Jiber ku min fêm kir dawî jî tenê navê destpêkek din e
Û gava hemû peyv bêdeng dibin
Ez hîn jî dibêjim ez, ezim û ez hîn di rê de me.?
Nivîskar
Dildar Pêşewa
Ez dildar pêşewa Di sala 2000 li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê jidayîk bûme Dibistana seretayî û navîn min li gundê xêlid xwendiye Min pirtûkek helbesta li weşanên bêjingê çapkirî ye navê pirtûkê ramana min tuyî
Hemû nivîs →