Zamansız niha di sepana Android de ye.

Ji Google Play daxe

5 Mijdar 2026ISSN 3150-0757

Pirtûkên ku Zamansız hildibijêre li firotinê ne Pirtûkxane

JINA ÇÊ

Li te dinihêrin çavên min, di kortikên belek da, tu li mehtabê bin Dara tû yê, 

Dibihîzim dema ku ruhê te dinale 

disêwirî dilê min her kêliyê bi tayekî nebîna,

Çavên min te bibînin jî, bêriya paxila te dike hembêza min

Tiliyên min risasê nav porê te, morîk û pelik 

Eşqa bejna bilind, nava zirav, nav milê min hembêza sivik, û perrik 

Ez evdalê hîna nû me , Dewrêşê beyta hinarîkên sor, keziyên kej, çavên Qemer 

Li kolanên bajarên ji hesin, li şopa xazileke dilda mayî digerim, li te digerim, li xwe yê dilsoz digerim 

Li te digerim, ji kederê wêda, ji tîbûn û birçîbûnê wêda, li kêliyên bi şewqa eşqê digerim 

Demsal diguherin, ez belgên payîza xwe diweşînim ji xweşiya dilê te ra, 

Ez aşiqê jina çê me, wê Nêrgiza kişwera hişk, mercên giran, ba yê bê dem, bayê ku bi bêhna gerdena te keserên min dimale 

Êdî tu dikarî xwe ji min veşêre, Jina çê qismetê mêrê kotî, kotîbûn nexweşiya vê serdema Zêrîne, zêrê demê li ser eniya gewher xwêdana xîretê ye, li ser rûyê qemer û çav û birûyên kurdî da diweşin 

Kofî ya li serê te xema demê, ez rêşiya kofî ya te, li ser kendalekî ji temenê xwe bilindtir, serê keziya te radimûsim êdî tu dikarî ji demsalekî din ra bibişkivî

 

 

Sepana Zamansız

Ji Google Play daxe

Nivîskar

Ciwan Serhedyan

Ciwan Serhedyan, di sala 1991 î da li Panosa Agirî yê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe Pîromerê xwendiye. Niha li Mêrdîn ê dijî, Çîrok, helbest û romanan dinivîse û karkerê avahiya ye. Heta niha 5 berhem çap kirine, du helbestên bi navê…

Hemû nivîs (3) →

Ciwan Serhedyan’ın nivîsên din

Yên dawî

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Zamansız niha di sepana Android de ye.

Ji Google Play daxe